Dinya

Trump ji bo beşdariya di hevdîtinên Ukraynayê da ku biryar e dawiya vê hefteyê werin kirin dudil e

Hakan Çopur  | 12.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
Trump ji bo beşdariya di hevdîtinên Ukraynayê da ku biryar e dawiya vê hefteyê werin kirin dudil e

Washington DC

 Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku ew êdî naxwazin li ser mijara Rûsya-Ukraynayê demê winda bikin û derbarê danûstandinên ku dê dawiya vê hefteyê werin lidarxistin da jî got, "Em ê biryarê bidin ka em beşdarî civîna roja Şemiyê bibin an na. Me got ku eger ew difikirin ku şansekî baş e, em ê beşdar bibin."

Serokê DYAyê Trump piştî merasimeke îmzeyê ya derbarê hişê çêkirî, pirsên rojnamevanan ên derbarê rojeva Rûsya-Ukraynayê da bersivand.

Trump di bersiva pirsa "Gelo DYAyê dê beşdarî danûstandinên vê dawiya hefteyê bibe ku dê mizakerevanên Ewropî û Ukraynayî li hev bicivin, bibe yan na da" diyar kir ku ew hê jî li ser vê mijarê difikirin.

Serokê DYAyê got, "Em ê biryarê bidin ka em ê beşdarî civîna roja Şemiyê bibin an na. Me gotiye ku eger ew bifikirin ku şansekî baş heye ku lihevkirinek çêbibe, em ê beşdarî civînê bibin."

Trump diyar kir ku her du welat hê jî hejmareke mezin ji eskerên xwe winda dikin û got, "Em naxwazin hê bêtir demê winda bikin. Em wisa difikirin ku ev derengîketin neyînî ye. Em dixwazin ku ev pirsgirêk êdî were çareserkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın