Trump ji ber pêşniyara Putîn a ji bo 'mizakereyên rasterast' ên bi Ukraynayê ra kêfxweş bû

Ankara
Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn pêşniyar kir ku mizakereyên rasterast ên bi Ukraynayê ra yên bê şert û merc bila di 15ê Gulanê da li Stenbolê dîsa dest pê bikin, Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha got: "Ji bo Rûsya û Ukraynayê wek potansiyel rojeke nûwaze ye."
Trump piştî pêşniyara Putîn a ji bo "mizakereyên rasterast" ên bi Ukraynayê ra, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socîalê daxuyaniyek da.
Trump got "Ji bo Rûsya û Ukraynayê wek potansiyel rojeke nûwaze ye" û diyar kir ku bi dawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê ra jiyana bi hezaran kesî dikare rizgar bibe.
Trump destnîşan kir ku dinyayeke nû û bêtir baş wê pêk bê û anî ziman ku ew ê bi Rûsya û Ukraynayê ra di vê mijarê da xebatên xwe bidomîne û ew dixwaze bi van welatan ra bazirganiyê pêşva bibe.
Trump wiha got: "Hefteyeke mezin dest pê dike."
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji çapemeniyê ra daxuyandibû ku li hemberî her tiştî dîsa jî ew pêşniyaz dikin ku mizakereyên ku ji hêla rayedarên Kîevê va di 2022yan da hatine rawestandin bila di 15ê Gulanê da li Stenbolê dest pê bikin.
Putîn daxuyandibû ku ew ê di hevdîtina xwe ya sibê ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da vê daxwazê bîne ziman ku ew ji bo vê derfetekê peyda bike û gotibû êdî biryar biryara rayedarên Ukraynayê ye.