Dinya

Trump: "Hûsî êdî şer naxwazin, em jî dê bombebarana dijî wan rawestînin"

Hakan Çopur  | 07.05.2025 - Rojanekırın : 07.05.2025
Trump: "Hûsî êdî şer naxwazin, em jî dê bombebarana dijî wan rawestînin"

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hûsiyên li Yêmenê êdî naxwazin şer bikin û got ku "Hûsiyan eşkere kirin ku êdî naxwazin şer bikin. Em jî dê hember vê rêz bigirin û bombebarana dijî wan rawestînin."

Serokê Amerîkayê Trumo di hevdîtina xwe ya ku li Qesra Spî Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ezimand da der barê Yêmenê da daxuyanî dan.

Serokê Amerîkayê got ku "Hûsiyan eşkere kirin ku êdî naxwazin şer bikin. Em jî dê hember vê rêz bigirin û bombebarana dijî wan rawestînin. Teslîm bûn, dibêjin ku dê êdî keştiyan neteqînin."

Trump li ser pirsa bi Hûsiyan ra têkiliyeke çawa danîn got ku "Gotin ku ji kerema xwe êdî me bombebaran nekin û em jî dê êrîşê keştiyên we nekin."

Trump got ku agahiya navborî jê ra "ji çavkaniyeke gelekî ewledar hat" û hûrgilî neda ka ev çavkanî kî an jî kîjan sazî ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.