Dinya

Trump hişyarî da û got ku heke Îran li Tengava Hurmuzê mayînan dayne wê rastî "encama eskerî" were

Hakan Çopur, Irmak Akcan, Ahmet Furkan Mercan  | 11.03.2026 - Rojanekırın : 11.03.2026
Trump hişyarî da û got ku heke Îran li Tengava Hurmuzê mayînan dayne wê rastî "encama eskerî" were

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, heke Îranê di Tengava Hurmuzê da mayîn wekî defik danîbin, ew dixwazin ku ev mayîn "demildest werin rakirin".

Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Heke Îranê di Tengava Hurmuzê da mayîn wekî defik danîbin û di destê me da ji bo vê tu rapor tunebin, em dixwazin ev demildest werin rakirin."

Trump wiha got:

"Ji ber kîjan sedemê dibe bila bibe, heke mayîn hatibin danîn û demildest neyên rakirin, encamên eskerî wê ji bo Îranê derkevin sewiyeyeke wisa ku hê kesî nedîtibe. Ji aliyê din va heke yên hatibin danîn, ku werin rakirin jî, ew ê ber bi aliyê rast û erênî va bibe gaveke terikî."

- Trump got ku wan li botên mayînan xist

Serokê Amerîkayê Trump der barê mijarê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke din da û diyar kir ku wan li Tengava Hurmuzê li hin botên bicihkirina mayînan xist.

Trump wiha got, "Di nava çend saetên dawî da me li 10 heb bot û keştiyên danîna mayînan ên ne çalak xistin û bi temamî îmhe kirin. Ez ji ragihandina vê kêfxweş im ku em ê zêdetiran jî îmhe bikin."

- Îdiaya ku li Tengava Hurmuzê mayîn hatine danîn

CNNê nûçeya xwe ya li ser mijarê spart du kesên ku aşînayê raporên îstixbaratê ne û îdia kir ku Îranê dest pê kir û di Tengava Hurmuzê da mayîn danîn.

Çavkanî îdia dikin ku danîna mayînan hê ne berbelav e û Îranê "di çend rojên dawî da gelek mayîn li tengavê bi cih kirin".

Ji aliyê din va ji çavkaniyan yekî got ku Îran dikare di tengavê da bi sedan mayînan dayne û ev şiyana wê heye.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî digel Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreynê di serî da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da digel Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney, gelek rayedarên payebilind ên Îranê hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Îranê, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 1332 kes hatin kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.