Dinya

Trump hişyariyeke nû da Îranê: "Divê em peymaneke baş bikin, wekî din wê tiştên xerab biqewimin"

Hakan Çopur  | 20.02.2026 - Rojanekırın : 20.02.2026
Trump hişyariyeke nû da Îranê: "Divê em peymaneke baş bikin, wekî din wê tiştên xerab biqewimin"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew ê di nava 10 rojan da bibînin ka pêvajoya derbarê Îranê da wê ber bi ku va biçe û got, "Divê em bi Îranê ra peymaneke baş çêbikin, wekî din wê tiştên xerab biqewimin."

Serokê Amerîkayê Trump di civîna Foruma Aştiyê ya Xezeyê da ku li Washîngtonê hat lidarxistin, gotinên xwe yên dijî Îranê dubare kir.

Trump destnîşan kir ku Îran tu carî nabe xwediyê çekên nukleerî û got ku aştî li Rojhilata Navîn tenê bi Îraneke bê çekên nukleerî pêkan e.

Trump destnîşan kir divê bi Îranê ra peymaneke baş bikin, wekî din wê tiştên xerab biqewimin û got ku Nûnerê Taybet yê wî Steve Witkoff û zavayê wî û şêwirmendê berê yê payebilind Jared Kushner bi Îraniyan ra danûstandinên pir baş kirine.

Serokê Amerîkayê got ku "Dibe ku em li Rojhilata Navîn gaveke din ber bi pêş va bavêjin yan neavêjin. Dibe ku em bigihîjin rêkeftinekê, hûn ê di 10 rojên pêş da bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın