Trump hevdîtina yekem ya bi Îranê ra li Ummanê hat kirin weke "pir baş bû" pênase kir
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump danûstandinên nerasterast yên bi Îranê ra li Masqata patextê Ummanê weke "pir baş bû" bi nav kir û got ku Îranê nîşan da ku pir dixwaze peymaneke nû bê çêkirin.
Trump dema ku ji Washîngtonê ber bi Florîdayê va diçû, di balafira serokatiyê da bersiva pirsên rojnamevanan da.
Trump kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinên destpêkê yên li Masqatê anî ziman û got, "Me îro bi Rûsya û Ukraynayê ra hevdîtinên pir û pir baş kirin û me bi Îranê ra jî hevdîtinên pir baş kirin. Wisa dixuyê ku Îran dixwaze peymaneke çêbike."
Trump diyar kir ku hêzeke mezin ya deryayî dijî Îranê bo herêmê hatiye şandin û got, "Ew ê di demeke nêzîk da li wir be. Em ê bibînin ka ev çawa dibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
