Dinya

Trump, "Hemas ji bo aştiyeke mayînde amade ye, divê Îsraîl êrîşên li ser Xezeyê tavilê rawestîne"

Hakan Çopur  | 04.10.2025 - Rojanekırın : 04.10.2025
Trump, "Hemas ji bo aştiyeke mayînde amade ye, divê Îsraîl êrîşên li ser Xezeyê tavilê rawestîne"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, ew bawer dike ku Hemas ji bo "aştiyeke mayînde" amade ye û got, "Divê Îsraîl tavilê bombebarankirina Xezeyê rawestîne da ku em karibin girtiyan bi lez û bez û bi ewlehî derxin."

Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe medyaya civakî der barê berteka Hemasê ya li hember plana agirbesta Xezeyê da daxuyanî da.

Trump di daxuyaniyê da got, "Li gorî daxuyaniya ku Hemasê nû da, ez bawer dikim ku ew ji bo aştiyeke mayînde amade ne. Divê Îsraîl tavilê bombebarana Xezeyê rawestîne da ku em karibin girtiyan bi lez û bez û bi ewlehî ji wir derxin."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku rewşa niha ya li Xezeyê ewle nînee û got, "Em ji niha va li ser hûrgiliyan nîqaşan dikin. Ev ne tenê li ser Xezeyê ne, li ser aştiya Rojhilata Navîn e ku demeke dirêj e tê xwestin."

- Serokê DYAyê Trump derbarê plana agirbestê li Xezeyê vîdyopeyamek weşand

 Serokê DYAyê Donald Trump di peyama xwe ya ku tê da spasiya Tirkiye û Qeterê û herwiha welatên din ên ku piştevanê pêvajoya agirbesta li Xezeyê ne, kir û got, "Îro rojeke mezin e, em bibînin ka wê her tişt çawa bê encamdan."

Serokê DYAyê Trump derbarê plana agirbestê li Xezeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdyopeyamek weşand.

Trump di peyama xwe de, tekez kir ku ew bawer dike Hemas aşitiyeke mayînde dixwaze û divê Îsraîl demildest bombebarana Xezeyê rawestîne da ku dîlan azad bike.

Trump bersiva Hamasê jî nirxand û got, "Ez dixwazim spasiya welatên ku alîkariya min kirin ku ez vê pêvajoyê bînim heta vêr bikim; Qeter, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Misir, Urdun û yên din. Îro rojek mezin e, em ê bibînin ka her tişt çawa dibe. Divê gotinên dawîn bi awayekî berbiçav werin gotin."

Trump diyar kir ku ew li bendê ye ku dîl di zûtirîn dem de werin berdan û vegerin malên xwe û got, "Ji ber vê yekê ez dixwazim vê ji we re bêjim: Îro rojek pir taybet e, dibe ku ji gelek aliyan ve bêhempa be. Ez spasiya wan welatên mezin dikim ku piştgirîya me kirin. Her kesî dixwest ku ev şer bi dawî bibe û aştî li Rojhilata Navîn ava bibe. Em pir nêzîkî vê yekê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın