Trump: "Heke rejim Îranê cardin mezin nake, rejim çima neguhere?"

New York
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku rêvebiriya Îranê nahêle ku Îran pêş bikeve û fikra "li Îranê guherîna rejimê" anî ziman.
Trump li ser hesabê xwe xwe yê medyaya civakî ya bi navê Truth Socialê daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo Îranê fikra guherîna rejimê erênî dibîne.
Trump got, "Bikaranîna gotina giherîna rejimê wekî polîtîk rast nîne, lê heke rejima niha Îranê cardin mezin nake, rejim çima neguhere?" û wiha dewam kir, "Em dîsa Îranê mezin bikin (MIGA!!!)".
Serok Trump di parvekirineke xwe ya din da diyar kir ku Amerîkayê di êrîşa esmanî ya dijî Îranê da xesareke "mezin" da tesîsên nukleerê.
Trump got, "Lêxistin hişk û bi îsabet bûn. Artêşa me qabiliyeteke mezin nîşan da." û pesnê artêşa Amerîkayê da.
Her wiha Trump diyar kir ku balafirên bombebarandinê yên B-2yê ku êrîşî Îranê kirin, bi silametî vegeriyan Missouriyê û ji bo pîlotên Amerîkayî wiha got, "We karekî baş kir, spasdar im."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.