Trump guhertina rejîma li Îranê weke "baştirîn tiştê ku dikare biqewime" bi nav kir
New York
WASHINGTON (AA) - Serokê DYAyê Donald Trump derbarê guhertina rejimê li Îranê da got, "Bi ya min evê baştirîn tiştê ku bikare biqewime" be.
Trump berî ku ji bo dawiya hefteyê biçe Florîdayê, bi rojnamevanan ra axivî.
Dema ku rojnamevanek jê pirsî, "Hûn dixwazin li Îranê guhertina rejimê bikin?", Trump bersiv da, "Bi ya min evê baştirîn tiştê ku bikare biqewime" be.
Trump di bersiva pirsekê da li ser tiştê ku Îran divê ji êrîşên DYAyê xwe dûr bixîne, got, "Ya pêşî divê ew bigihîjin rêkeftineke guncaw. Piştre em ê wê (êrîşê) nekin, lê hûn dizanin, di dîrokê da wan ev nekiriye."
Trump bi îdiaya ku Îran "gelek diaxive û tiştek nake" zêde kir, "Ew 47 sal in bênavber diaxivin. Di vê navberê da, dema ku ew diaxivin, me gelek jiyan ji dest dan. Ling qutbûnn, dest qutbûnn, rû qutbûnn."
Trump di bersiva pirsa ku ka ew dixwaze kî serokatiya Îranê bigire ser xwe, Trump got, ew naxwaze li ser vê mijarê şîrove bike.
