Dinya

Trump got ku wî li Qesra Spî bi Memdanî ra "hevdîtineke berhemdar" kiriye

Islam Doğru  | 22.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Trump got ku wî li Qesra Spî bi Memdanî ra "hevdîtineke berhemdar" kiriye

New York

 Serokê DYAyê Donald Trump got ku wî li Qesra Spî bi Zohron Memdanî yê ku Şaredartiya New Yorkê qezenc kiriye ra "hevdîtineke berhemdar" kiriye.

Trump û Mamdanî piştî hevdîtina li Qesra Spî ya ji çapemeniyê ra girtî, li Ofîsa Oval bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Trump anî ziman ku bi Memdanî ra "hevdîtineke berhemdar" kirine û got, "Xala me ya hevbeş ew bû ku em dixwazin ji bo vî bajarî karên baş bike. Min xwest ez pîrozbahiyê li Şaredar bikim. Ji pêşhilbijartinan dest pê kir û wî li hember mirovên pir bi hêz û pir jîr pêşbaziyeke bêhempa meşand."

Trump diyar kir ku di hevdîtinê da, wî û Memdanî li ser xalên hevpar ên pir xurt, wek xanî, avakirina xaniyan, xwarin, biha û daketina bihayên petrolê axivîne.

Trumpê ku ji New Yorkiyan ra got, "Wê şaredarekî we yê pir baş hebe" û got, "Çiqas serkeftî be ezê ewqasî kêfxweş bim. Em ê alîkariyê bikin ku herkes xewnên xwe pêk bîne û New Yorkeke xurt û pir ewle hebe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.