Trump got ku Hemas dê "hemû" dîlên Îsraîlî 13ê cotmehê roja duşemê teslîm bike

Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Hemas dê "hemû" dîlên Îsraîlî 13ê cotmehê roja duşemê teslîm bike.
Piştî ku di navbera Îsraîl û Hemasê da lihevkirina agirbesta li Xezeyê çêbû Trump bi malbatên dîlên Îsraîlî ra bi têlefonê axivî.
Xizmên dîlên Îsraîlî ji ber peymana hat îmzekirin spasiya Trump kir.
Trump di axaftinê da got ku "hemû" dîlên Îsraîlî dê 13ê cotmehê roja duşemê bên teslîmkirin.
Ji hêla din va Trump hûrgilî nedan ka dê "cenazeyên dîlên mirî" jî di nav dîlên bên teslîmkirin da bin yan na.
Di nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê derketin da jî tê gotin ku Hemas dê carekî da dîlên sax berde lêbelê dibe ku teslîmkirina cenazeyên dîlên mirî wext bigire.
Tê diyarkirin ku li Xezeyê 48 dîlên Îsraîlî hene. Wisa tê bawerkirin ku ji van dîlan 20 jê sax in.
Serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê merhaleya ewil a plana agirbesta li Xezeyê pesend kirin.