Trump got ku der barê Putîn da hêviyên wî şikestine, lê hê jî pêwendiyên xwe qut nekiriye

Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku der barê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putîn da hêviyên wê şikestine, lê hê jî "pêwendiyên xwe qut nekiriye."
Trump ji BBCyê ra axivî û der barê meseleyên navneteweyî yên di rojevê da daxuyanî da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa der heqê pêwendiyên wî yên bi Putîn ra got ku "der barê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putîn da hêviyên wî şikestine, lê hê jî pêwendiyên xwe qut nekiriye."
Trump diyar kir îhtimala di navbera Rûsya û Ukraynayê da peyman çêbe heya niha 4 caran hatiye rojevê.