Dinya

Trump got ew ê destûrê nedin Îranê ku ew uranyumê dewlemend bike

Emirhan Demir  | 03.06.2025 - Rojanekırın : 04.06.2025
Trump got ew ê destûrê nedin Îranê ku ew uranyumê dewlemend bike

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku di çarçoveya peymana nukleerê ya muhtemel a dibe ku bi Îranê ra bê îmzekirin da destûr wê neyê dayîn ku Tehran bernameya dewlemendkirina uranyumê pêk bîne.

Trump li ser hesabê Truth Socialê der barê pêvajoya mizakereyên nukleerê yên di navbera Amerîka û Îranê da daxuyaniyek weşand.

Trump got bernameya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê divê demeke dirêj a berê ji hêla rêveberiyên berê va bihata rawestandin û wiha dewam kir: "Di çarçoveya peymana me ya muhtemel da em ê ji bo dewlemendkirina uranyumê destûrê nedin."

Ji aliyê din va platforma nûçeyan ya Axiosê der barê pêşnumaya pêşniyara peymana nukleerê ya ku Amerîkayê pêşkeşî Îranê kiriye da nûçeyek weşandibû.

Di nûçeyê da hatibû îdiakirin ku "qasî demekê ji bo Tehranê destûr wê bê dayîn ku ew di asteke kêm da uranyumê dewlemend bike".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.