Dinya

Trump got dê memnûn be ku di 25ê îlonê da li Qesra Spî Serokomar Erdogan biezimîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir li bendê ye ku hevdîtinên F-35an ên ku bi Tirkiyeyê ra dewam dikin erênî bi encam bibe

Hakan Çopur  | 20.09.2025 - Rojanekırın : 20.09.2025
Trump got dê memnûn be ku di 25ê îlonê da li Qesra Spî Serokomar Erdogan biezimîne

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku "Dê memnûn bibe ku di 25ê îlonê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Spî biezimîne."

Trump der barê hevdîtina xwe da ya bi Serokomar Erdogan ra ji ser hesabê xwe yê Truth Socîala plarforma çapemeniya civakî ya navenda wê Amerîka ye daxuyanî da.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe da got ku "Ez memnûm im ku dê di 25ê îlonê da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Spî biezimînim."

Donald Trump got ku "Em bi Serokomar ra kirîna balafirên Boeîngê, peymaneke F-16an a girîng û hevdîtinên F-35an ku em li bendê ne erênî bi encam bibe jî di nav da li ser gelek peymanên bazirganiyê û eskerî dixebitin."

Trump di daxuyaniya xwe da got ku "Bi Serokomar Erdogan ra her tim têkiliyên me yên gelekî baş hene. Ez ji bo ku di 25ê îlonê da wî bibînim bêsebr im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.