Dinya

Trump eşkere kir, Îsraîlê qebûl kir ku li Xezeyê di çarçoveya agirbestê da ji xeta ewil a diyarkirî vekişe

Mücahit Oktay  | 05.10.2025 - Rojanekırın : 06.10.2025
Trump eşkere kir, Îsraîlê qebûl kir ku li Xezeyê di çarçoveya agirbestê da ji xeta ewil a diyarkirî vekişe

New York

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îsraîlê qebûl kir ku li Xezeyê ji xeta ewil a diyarkirî vekişe û heger Hemas peymanê pesend bike jî agirbestek dê demildest bikeve warê cîbicîkirinê.

Trump di parvekirina xwe da ya li ser Truth Sociala platforma medyaya civakî ya navend Amerîka wiha got, "Piştî mizakereyan Îsraîlê xeta ewil a vekişînê qebûl kir ku me nîşanî Hemasê da û me parve kir."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku heger Hemas jî pesend bike, "agirbest dê demildest bikeve warê cîbicîkirinê" û di pey ra jî miemeleyên pevguhertina dîlan dê dest pê bikin.

Trump der heqê rewşa li Xezeyê da nirxandina "bobelata 3 hezar salî" kir û ji bo geşedanên navborî nirxandina "dawiya vê bobelatê nêzîk e" kir.

Hemasê eşkere kiribû ku pevguhertina dîlan a di plana Xezeyê ya Serokê Amerîkayê Trump da qebûl kir lêbelê hinek madeyên din divê bên mizakerekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın