Dinya

Trump eşkere kir ku biryara "hedefgirtina santralên ceyranê yên Îranê" heta 6ê nîsanê paş xist

Hakan Çopur  | 27.03.2026 - Rojanekırın : 27.03.2026
Trump eşkere kir ku biryara "hedefgirtina santralên ceyranê yên Îranê" heta 6ê nîsanê paş xist

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku biryara "hedefgirtina santralên ceyranê yên Îranê" heta 6ê nîsanê rawestand û mizakere "gelekî baş derbas dibin."

Serokê Amerîkayê Trump di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da der barû biryara lêxistina binesaziya vejenê ya Îranê da daxuyanî dan.

Trump destnîşan kir ku mizakereyên bi Îranê ra "gelekî baş derbas dibin" û got ku "Ez radigihînim ku di çarçoveya daxwaza birêvebiriya Îranê da min pêvajoya lêxistina santralên ceyranê yên Îranê 10 roj paş xist û dîroka nû wekî 6ê nîsana 2026an saet 20.00 (Saeta rojhilat a Amerîkayê) diyar kir."

Serokê Amerîkayê Trump di parvekirina xwe ya dawiya hefteya borî da ragihandibû ku heke heke Geliyê Hurmuzê ji trafîka keştiyan ra veneke dê binesaziya vejenê ya Îranê hedef bigire û ji bo vê 48 saet mawe da Tehranê û paşê mizakereyên baş diçin bi bîr xistibû û vê maweyê 5 roj dirêj kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.