Trump eşkere kir dibe ku ji bo peymana agirbesta li Xezeyê dawiya hefteyê biçe Rojhilata Navîn

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku îxtimala di demek kurt da peymana agirbesta li Xezeyê zêde ye û got ku "Dibe ku dawiya hefteyê, belkê roja yekşemê biçim wir (Rojhilata Navîn)."
Serokê Amerîkayê Trump di destpêka axaftina xwe ya di çalakiyeke li Qesra Spî da der barê pêvajoua agirbesta li Xezeyê da daxuyanî da.
Trump destnîşan kir ku mizakereyên agirbestê yên ku hê jî li Misirê dewam dikin baş derbas dibin û peyama dibe ku biçe herêmê da.
Serokê Amerîkayê got ku "Ji bo Rojhilata Navîn peymaneke aştiyê, em hêvî dikin ku pêk bê, niha gelekî baş diçin. Li wir (Misir) ekîbeke me ya nuwaze heye, mizakerevanên gelekî baş in. Bi ya min ev (peyman) dê çêbe. Îhtimala pêkahatina wê zêde ye. Dibe ku ez dawiya hefteyê biçim wir."
Trump paşê di axaftina xwe da got dibe ku roja şemiyê ji Amerîkayê derkeve û biçe herêmê û roja yekşemê li herêmê be.
Trump destnîşan kir ku pêvajoya mizakereyê baş derbas dibe û got ku gelek welatên misilman daxilê vê pêvajoyê bûne û rewşeke wiha berê hîç çênebibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.