Trump: "Em ê bişopînin û bibînin bê ka li Îranê pêvajo wê çawa pêş bikeve"
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, agahî ji wan ra hat ku li Îranê "înfaz" dane sekinandin û ji bo vebijêrka eskerî jî wiha got, "Em ê bişopînin û bibînin bê ka pêvajo wê çawa pêş bikeve."
Serokê Amerîkayê Trump li Qesra Spî di merasimeke îmzeyê da der barê Îranê da daxuyanî da.
Trump ji bo xwepêşandinên ku li Îranê dewam dikin, wiha got, "Agahî ji me ra hat ku li Îranê înfaz dane sekinandin. Vê gavê tu planeke înfazê an jî îdam tuneye. Heke bibe em ê hemû li ber xwe bikevin. Lê li gorî agahiyên ku hatin ber destê min, înfaz sekinîne. Wê înfazan nekin."
Trump bersiv da pirsa ku ev agahî çawa hat ber destê wî, rasterast qala çavkaniyekî nekir û destnîşan kir ku agahî ji çavkaniyên pêbawer hatin, ew ê ji nêz va bişopînin bê ka agahî rast e an na.
Trump got, "Îro gelek înfaz dihatin plankirin, lê ev înfaz wê neyên kirin. Me ji çavkaniyên rayedar ev agahî hilda û hêvî dikim ev agahî rast be." û ji bo pirsa ku vebijêrka eskerî hê li ser maseyê yan na jî wiha got, "Em ê bişopînin û bibînin bê ka pêvajo wê çawa pêş bikeve."
