Dinya

Trump dê sibê ligel Mamdaniyê hilbijartina serokatiya şaredariya New Yorkê qezenc kir hevdîtinê bike

Ahmet Furkan Mercan  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
Trump dê sibê ligel Mamdaniyê hilbijartina serokatiya şaredariya New Yorkê qezenc kir hevdîtinê bike

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê sibê ligel Zohran Mamdaniyê namzedê Demokratan ê hilbijartina serokatiya şaredariya New Yorkê qezenc kir hevdîtinê bike.

Trump di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Zohran 'Kwame' Mamdaniyê Komunîst ê Serokê Şaredariya New Yorkê civînek daxwaz kir. Me li hev kir ku ev civîn 21ê Mijdarê roja Înê li Ofîsa Oval be. Hûrgilî van nêzîkan."

Trump berî niha di hevpeyvîna xwe ya ji bo Fox Newsê da bangî Mamdani kiribû ku ji Washingtonê ra rêzdar be û wiha gotibû, "Bi min divê li hemberî min baş tevbigere. Lewra yê ku divê gelek tiştên tên cem wî pesend bike, ez im."

Piştî ragihandina encamên nefermî yên hilbijartina şaredariyê, Trump îdia kiribû ku di hilbijartinê da "hîle" hat kirin û Demokratan li New Yorkê nemzedekî "komunîst" neqand.

- Hilbijartina dawîn

Li gorî encamên nefermî, Mamdaniyê 34 salî yê li Ugandayê jidayik bûye bû "kesê herî ciwan û bi regez Misilmanê ewil" ku di sedsala dawîn da bû şaredarê bajarê herî mezin ê Amerîkayê.

Li gorî daneyên CBS Newsê, di hilbijartinê da zêdetirî 2 milyon kesî deng da. Ev rêje ji 1969an û vir va rêjeya herî bilind a beşdariyê ye. Mamdani di hilbijartinê da milyonek û 39 hezar deng wergirt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın