Trump diyar kir ku heta xetere derbas bibe dê Mihafizên Neteweyî li Los Angelesê bimînin

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku heta xetere derbas bibe Mihafizên Neteweyî yên li Los Angelesê dê li bajêr peywira xwe bidomînin.
Serokê Amerîkayê Trump di çalakiya li Ofîsa Gilover a ku Wezîrê Ewlehiya Navxweyî Krîstî Noem jî beşdarî bû da der barû bûyerên ku hê jî li Los Angelesê dewam dikin da daxuyanî dan.
Trump parast ku heta wan wek birêvebirî midaxeleyî bûyeran nekir birêvebiriyên bajêr û eyaletê tu tiş nekirin û birêvebirên Demokrat ên li herêmê sûcdar kir.
Trump got ku "Heta ku em gihaştin wir Las Angeles di bin dorpêçiyê da bû. Polêsan nikara rewşê hildin bin kontrolê. Şefê polêsan sê roj berê vê di televîzyonê da gotin. Çi ji destê wan hat kirin lêbelê nedikariyan serî bi bûyeran ra derxînin. Birêvebiriya eyaletê bangî Mihafizên Neteweyî nekir, dawiya dawî me ew şandin."
Trump pirsên der barê Mihafizên Neteweyî yên ku jimara wan digihêje 4 hezarî dê kengî veqetin bersivand û got ku "Heta xetere nemîne. Kengî xetere xilas wê çaxê dê veqetin."