Trump diyar kir ku ew ê hejmara kuştiyên xwepêşandêrên li Îranê binirxînin û dû ra "biryarekê bidin"
Washington DC
Serokê DYAyê Donald Trump got ku ew ê ji bo nirxandina hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin civînekê li dar bixin û dû ra "biryarekê bidin".
Piştî beşdarbûna mitînga li Detroitê, Serokê DYAyê Trump li Balafirgeha Baregeha Hevbeş a Andrews bersiva pirsên rojnamevanan da.
Trump tekezî li geşedanên derbarê xwepêşandanên li Îranê kir ku ew ji nêz va dişopînin û diyar kir ku ew bi taybetî hewl didin ku hejmara rastîn a kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane diyar bikin.
Trump piştî vegera bo Qesra Spî diyar kir ku ew ê ji berpirsên peywendîdar li ser vê mijarê agahdariyekê werbigire û got, "Em ê bi tevahî lêkolîn bikin ka li Îranê çi diqewime. Bi rastî tiştên tirsnak diqewimin. Dema ku ez mirinan li wir dibînim, Îran her tim di hişê min da ye. Em ê derbarê vê yekê da hejmarên teqez bistînin."
Serokê DYAyê bi bîr xist ku di medyayê da derbarê hejmara mirinan raporên nakok hene û got, "Em ê di derbarê kuştinên di xwepêşandanan da hejmarên teqez bistînin. Hejmara van mirinan mezin xuya dike, lê em hê bi teqezî nizanin. Wê demê em ê neçar bimînin ku biryarekê bidin."
Trump peyamek ji rejima Îranê ra şand û got, "Peyama min ev e: Ez hêvî dikim ku ew wan kesan nekujin. Bi ya min, ew bi xwepêşandêran ra pir xirab tevdigerin."
Dema ku ji Trump hat pirsîn gelo ew dixwaze li Îranê demokrasiyê bibîne, wî got, "Bi îdeal, ez dixwazim vê bibînim, lê tiştê ku em bi rastî dixwazin bibînin ne kuştina mirovan e û em ji bo van kesan azadiyê dixwazin. Ev mirov demeke dirêj e ku di dojehê da dijîn."
Serokê DYAyê Trump di daxuyaniya xwe ya dawî da li ser xwepêşandanên li Îranê yên berdewam dikin bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê got, "Ez bangê li hemû welatparêzên Îranî dikim: Xwepêşandanan bidomînin, heke gengaz be saziyên xwe bi dest bixin û navên kujer û îstismarkarên ku we îstismar dikin tomar bikin."
Derbarê raporên ku dibe ku hin xwepêşandêr li Îranê werin darvekirin da jî Trump got, "Ez ji darvekirinan haydar nînim. Heke ew wan darve bikin, hûn ê hin encamên wê bibînin. Heke ew tiştekî wisa bikin, em ê tedbîrên pir dijwar bigirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
