Trump diyar kir ku ew naxwaze Kurd li Îranê tevlî şer bibin
New York
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew naxwaze Kurd li Îranê tevlî şer bibin da ku şer nekeve rewşeke tevlihevtir.
Trump dema çû Floridayê, di balafirê da pirsên rojnamegeran bersivandin.
Ji bo pirsa gelo di êrîşên dijî Îranê da Kurd dê tevlî şer bibin yan na, heger bibin wekî Sûriye û Iraqê dê herêma xweser ava bikin, Trump got ku ew naxwazin Kurd têkevin Îranê.
Trump wiha got, "Em bi Kurdan ra dost in lêbelê em naxwazin şer ji awayê xwe yê tevlihevtir, bêtir tevlihev bikin. Min biryar da ku ez naxwazim Kurd têkevin wir."
Ji bo pirsa "Piştî kutabûna êrîşên dijî Îranê, hûn difikirin ku nexşeya Îranê wek xwe bimîne?" Trump wiha got, "Ez nikarim vê bêjim lê muhtemelen na."
Trump îdia kir ku Îran roj bi roj êrîşên xwe kêm dike, ziyanên mezin pê dikeve û dibe ku teslîm jî bibe.
