Trump diyar kir, "heke di nava 48 saetan da Tengava Hurmuzê veneke, ew ê li santralên ceyranê yên Îranê bixin"
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand, Îran heke di nava 48 saetan da Tengava Hurmuzê bi temamî veneke, ew ê dest bi lêxistina santralên vî welatî bikin.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo Îranê daxuyaniyeke tund da.
Trump der barê Tengava Hurmuzê ku bûye mifteya firotina vejena gerdûnî da bangî rêvebiriya Tehranê kir û wiha got, "Heke Îran ji niha pê va di nava 48 saetan da Tengava Hurmuzê bi temamî veneke, Amerîka wê ji ya herî mezin dest pê bike û li santralên ceyranê yên cuda cuda yên Îranê bixe û rûxîne erdê."
Tehranê bersiv da tehdîda Trump a "Heke Tengava Hurmuzê veneke, em ê li tesîsên vejenê yên Îranê bixin":
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bersiv da tehdîda Serokê Amerîkayê Donald Trump û got ku heke Amerîka li santralên wan ên vejenê bixe, ew ê jî binesaziyên Amerîka û Îsraîlê têxin hedef.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê daxuyaniya nivîskî ya Mihafizên Şoreşê weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li gor hişyariyên ku berî niha hatin kirin, heke dijmin êrîşî binesaziya sotemenî û vejenê ya Îranê bike, li herêmê çi qas binesaziyên vejenê, teknolojiyên înformatîk û dawergehên ava şêrîn ên Amerîka û rejima siyonîst hebin, wê tev bibin hedef."
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû û wiha gotibû, "Heke Îran ji niha pê va di nava 48 saetan da Tengava Hurmuzê bi temamî veneke, Amerîka wê ji ya herî mezin dest pê bike û li santralên ceyranê yên cuda cuda yên Îranê bixe û rûxîne erdê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
