Trump diyar kir dibe ku baregeha eskerî ya li Dîego Garcîayê di êrîşa muhtemel a dijî Îranê da bi kar bînin
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump bangî Îngiltereyê kir ku Girava Dîego Garcîayê îade neke û da zanîn "hele Îran peymanê red bike" dibe ku baregeha eskerî ay li giravê bi kar bînin.
Trump di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Amerikan Truth Socialê der barê Girava Dîego Garcîayê da bangî Keîr Starmerê Serokwezîrê Îngiltereyê kir.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku girava navborî xwedî pozîsyoneke gelekî stratejîk e û dubare kir ku bila Îngiltere wir îadeyî Marîtyusê neke.
Trump girîngiya baregeha Amerîkayê ay li Girava Dîego Garcîayê destnîşan kir ê got ku "Heke Îran biryar bide ku peymanekî çêneke dibe ku Amerîka ji bo ku prîşa potaniyel a rejimeke ku gelekî bêîstiqrar û xeternak e ji holê rake Dîego Garcîayê û baregeha eskerî ya li Faîrfordê bi kar bîne."
Trump bangî Starmer kir ku giravê bo maweyeke dirêj kirê bike û nêrînên "Serokwezîr Stermer bi îxtimala herî baş divê peymaneke kirê ya 100 salî îmze bike û bi tu awayî kontrola xwe ya li ser Dîego Garcîayê winda neke. Dîego Garcîayê nedin." parve kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
