Trump di derbarê pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê da baweriya xwe bi Serok Şera tekez kir
Washington DC
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku ew der barê siberoja pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê û berdana girtiyên DEAŞê ji aliyê YPG/HSDya rêxistina terorê va baweriya xwe bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera tîne.
Serok Trump ev gotin di dema brîfînga çapemeniyê da li Qesra Spî bi boneya salvegera yekem a serdema xwe ya duyemîn kir.
Trump di bersiva pirseke ji nûçegihanê AAyê ya li ser pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê da got, "Serokomarê Sûriyeyê (Ehmed Şera) pir dixebite. Ew zilamekî bihêz û dijwar e. Ez duh bi wî re axivîm, em li ser rewşa girtîgehan axivîn. Hin ji terorîstên herî xirab ên cîhanê di wan girtîgehan da ne. Şera vê pêvajoyê dişopîne."
- "Bi Serokomar Erdogan ra li ser telefonê ewê peywendiyeke me ya pir giring çêbe"
Serokê DYAyê Trump di berdewamiya gotinên xwe da diyar kir ku ew ê bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan ra bi têlefonê biaxive, bêyî ku demekê diyar bike, got, "Bi Serokomar Erdoganê ku jê pir hez dikim ra li ser telefonê ewê peywendiyeke me ya pir giring çêbe."
- "Kurdan ev ji bo xwe kirin"
Trump di bersiva pirseke li ser Kurdên li Sûriyeyê da diyar kir ku DYA piştgiriyeke têrûtijî daye Kurdên li wî welatî.
Trump nirxandinek giring li ser YPG/HSDya rêxistina terorê li Sûriyeyê kir û got, "Ez ji Kurdan hez dikim, lê divê hûn fêm bikin ku Kurdan gelek pere, petrol û tiştên din wergirtine. Ji ber vê yekê wan ev ji bo me bêtir ji bo xwe kirin, lê em bi Kurdan ra baş li hev dikin û em hewl didin ku wan biparêzin."
Di hevpeyvîneke bi New York Post ra da, Serok Trump li ser girtiyên DEAŞê yên ku ji hêla YPG/HSDê va li Sûriyeyê hatine berdan gotibû, "Terorîstên Ewropî ji girtîgehê reviyabûn û hikûmeta Sûriyeyê hemû mehkûm girtin."
Der barê girtiyên DEAŞê yên ku ji hêla YPG/HSD va hatine berdan da, Trump got, "Terorîstên Ewropî ji girtîgehê reviyabûn. Bi hikûmeta Sûriyeyê û rêberê nû yê Sûriyeyê ra em bi hev ra xebitîn û wan (hikûmeta Sûriyeyê) hemû mehkûm girtin û ew vegerandin girtîgehê. Ev terorîstên herî xirab ên cîhanê bûn, hemû Ewropî ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
