Trump destnîşan kir ku biryara Kanadayê ya ji bo naskirina dewleta Filistînê peymana bazirganiyê dijwar dike

Ankara
Serokê DYAyê Donald Trump destnîşan kir ku biryara Kanadayê ya ji bo naskirina dewleta Filistînê peymana bazirganiyê dijwar dike.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê derbarê mijarê da parvekirinek kir.
Trump bal kişand ser daxuyaniya Kanadayê ya naskirina dewleta Filistînê got, "Ev tişt ewê peymana me ya bazirganiyê ya digel wan gelekî dijwar bike."
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney rexne li kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê girt û ragihandibû ewê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya meha îlonê, Filistînê weke dewlet nas bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.