Dinya

Trump destnîşan kir ku heke "pêwîst bike" ewê DYA dîsa êrîşî tesîsên nukleerê yên Îranê bike

Şilan Turp  | 22.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Trump destnîşan kir ku heke "pêwîst bike" ewê DYA dîsa êrîşî tesîsên nukleerê yên Îranê bike

Ankara

 Serokê DYAyê Donald Trump bal kişand ser êrîşên welatê xwe yên ku meha hezîranê li dijî Îranê li dar xistin û got, "Bi êrîşên asîmanî tesîsên nukleerê hatin jinavbirin, heke pêwîst bike ewê dubare vê bikin."

Trump di parvekirina xwe ya li ser hesabê Truth Socialê da bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî ya derbarê êrîşên DYAyê yên dijî Îranê ku di hevpeyvîna xwe ya ji bo Fox Newsê da anî bû ziman.

Trump bal kişand ser gotinên Eraqçî yên derbarê tesîsên nukleerî yên Îranê û got ku "zirar pir giran e, tesîs hatine jinavbirin" û got, "Bêguman wisa ye, tam wekî min got û heke pêwîst bike em ê dîsa bikin."

Trump her wiha bal kişand ser CNNê, ku li gorî raporên destpêkê, nirxandiye êrîşên DYAyê yên dijî Îranê, bernameya nukleerî ya Tehranê "bi tevahî tune nekiriye" û dibe ku tenê "çend mehan paşda xistibe".

Trump her wiha îdia kir ku divê CNN "demildest rojnamevanên xwe yên sexte ji kar derxe" û hem ji xwe û hem jî ji pîlotên ku tesîsên nukleerî yên Îranê wêran kirine "lêborînê bixwaze".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.