Trump der barê Îran, Venezuela, Gronland û Ukraynayê da axivî
Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku Îran êdî "ji xeta wî ya sor" derbas dibe û ew ê biwarê li dijî rêveberiya Tehranê "çi çaxî, li ku derê û çawa" tevbigerin, şîroveyê neke.
New York
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê geşedanên têkildarî Îran, Venezuela, Gronland û Ukraynayê da daxuyaniyên kurt dan.
Trump di vegera xwe ya Qesra Spî da di balafira Air Force Oneê da pirsên rojnamegeran bersivandin.
Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku Îran êdî "ji xeta wî ya sor" derbas dibe û ew ê biwarê li dijî rêveberiya Tehranê "çi çaxî, li ku derê û çawa" tevbigerin, şîroveyê neke.
Trump destnîşan kir ku ew der heqê protestoyên li Îranê da "serê saetê" raporê distîne û ji bo rêveberên Îranî jî wiha got, "Ew ne lîder in. Bi şîdetê bi rê va dibin. Em pir cidî li ser vê disekinin. Artêş jî vê vekolîn dike, li ser maseyê vebijêrkên me yên pir bihêz hene."
Trump her wiha got ku Îran roja çûyî bi Amerîkayê ra ket peywendiyê, xwest ku peymaneke nukleerî mizakere bike û wiha dewam kir, "Dibe em bi wan ra hevdîtinê bikin. Ev hevdîtin tê eyarkirin. Lêbelê dibe ku ji ber rûdanan (xwepêşandanên li welêt) em berî hevdîtinê bikevin tevgerê."
- "Venezuela pir baş diçe"
Donald Trump biwarê geşedanên Venezuelayê jî got ku piştî derdestkirina Serokê Dewletê Nicolas Maduro, hevdîtinên bi Venezuelayê ra pir baş diçin û wiha got, "Em bi lîdertiyê ra pir baş dixebitin û em ê bibînin bê ka her tişt dê çawa biçe serî."
- "Ku em Gronlandê nestînin, Rûsya û Çîn dê bistînin"
Serokê Amerîkayê Trump ji bo pirsên biwarê ji hêla Amerîkayê îlhaqkirina Gronlandê jî wiha got, "Ku em Gronlandê nestînin, Rûsya û Çîn dê bistînin. Ez heya serok bim, ev dê pêk neyê. Hebûna eskerî ne bes e. Divê mirov xwedanê mulkiyetê be jî."
Trump got ku keştiyên cengî û binbehrî yên Çîn û Rûsyayê li dewrûbera Gronlandê xwe nîşan didin û lewma ew ê destûrê nedin vê û ew ê bi awayekî Gronlandê bistînin.
Trump pirsa, "Daxwaza sitandina Gronlandê dê tesîreke neyînî li yekîtiya welatên NATOyê neke" jî wiha bersivand, "Ji me bêtir pêdiviya wan bi me heye."
Trump her wiha pirsên der heqê şerê Rûsya-Ukraynayê da jî bersivandin û wiha got, "Ev şerê (Joe) Biden e. Divê qet derneketa."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
