Trump der barê hevdîtina Putîn-Wîtkoff da peyama "pêşketineke mezin hat bidestxistin" da

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku hevdîtina di navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet da gelekî baş derbas bû û nirxandina "Pêşketineke mezin hat bidestxistin. Her kes di mijara ku divê dawî li vê şerê bê da wekî hev difikire."
Trump der barê hevdîtina Putîn-Wîtkoff a ku îro li Moskovayê hat kirin da ji ser hesabê xwe yê Truth Socîalê daxuyanî da.
Serok Trump di daxuyaniya xwe da got ku "Nûnerê min ê Taybet Steve Wîtkoff kêliyek berî niha bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra hevdîtineke gelekî baş kir. Pêşketineke mezin hat bidestxistin. Her kes di mijara ku divê dawî li vê şerê bê da wekî hev difikire."