Trump daxuyaniya "Pêkan e ku welatên NATOyê balafirên Ûris ên bikevin sehaya wan a hewayê bixin"

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump got pêkan e ku welatên endamê NATOyê balafirên Ûris ên bikevin sehaya wan a hewayê bixin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy di çarçoveya Lijneya Giştî ya NYyê da hevdîtineke dualî kirin.
Trump di hevdîtina xwe da ya bi Zelenskiy ra piştgiriya Amerîkayê ya bo Ukraynayê dubare kir û parast ku divê welatên Ewropayê ji Rûsyayê neft û xaza sirûştî nekirin.
Di hevdîtina ku li avahiya NYyê ji çapemeniyê ra vekirî hat kirin da Trump piştgiriya Amerîkaê ya bo Ukraynayê destnîşan kir û got ku "Em hember têkoşîna ku ukrayna dide gelekî rêz digirin."
Serokê Amerîkayê li ser pirsa "Welatên NATOyê divê balafirên Ûris ên dikevin sehayên wan ên hewayê bixin yan na?" got ku "Belê wisa difikirim."
Trump paşê "Baş e gelo hûn dê piştgiriyê bidin wan welatên NATOyê yan na?" got ku "Li gor rewşê."
Trump bang kir ku welatên Ewropayê êdî ji Rûsyayê neft û xaza sirûştî nekirin û got ku dê bi Serokomarê Macaristanê Vîktor Orban ra hevdîtinê bike û wisa bawer dike ku piştî vê hevdîtinê dê Orban jî ji Moskovayê xaza sirûştî nekire.
Ji Trump pirsîn ku gelo dê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra kengî hevdîtinê bike û rewşa dawîn a der barê bidawîbûna şer binirxîne got ku "Ez ê di nav mehekî da di vê mijarê da we agahdar bikim."
Trump her wiha nirxandina "Niha pêşketina herî mezin ew e ku aboriya Rûsyayê gelekî xirab e."
Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy jî spasiya Trump kir û diyar kir dixwazin ku Amerîka û Ewropa dijî Moskovayê mueyideyên mezintir tetbîq bikin û Ewropa ji Rûsyayê neft û xaza sirûştî nekire.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.