Dinya

Trump daxuyand wî ji bo civîna ku wê Putîn û Zelenskiy bîne bal hev dest bi amadehiyan kiriye

Hakan Çopur  | 19.08.2025 - Rojanekırın : 20.08.2025
Trump daxuyand wî ji bo civîna ku wê Putîn û Zelenskiy bîne bal hev dest bi amadehiyan kiriye

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku civîna wî ya bi serokên Ewropî ra pir baş derbas bûye û piştî vê civînê wî dest bi amadekariyên civîna sêalî ya ku wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ra çêbibe, kiriye.

Serokê Amerîkayê Trump piştî hevdîtinên xwe yên duh yên li Qesra Spî yên hem bi Zelenskiy û hem jî bi rêberên Ewropî ra kirin, li ser hesabê xwe Truth Socialê daxuyaniyek weşand.

Trump navên serokên Ewropî yek bi yek rêz kir û daxuyand ku wî bi wan ra civîneke baş pêk aniye.

Trump wiha behsa civînê kir: "Di civînê da, em li ser garantiyên ewlehiyê yên ji bo Ukraynayê yên ku wê ji hêla welatên curbicûr ên Ewropî va bên pêk anîn û bi Amerîkayê ra jî bi kordîne bê meşandin, sekinîn. Her kes ji ber îhtimala aştiyê ya ji bo Rûsya/Ukraynayê pir kêfxweş e."

Trump destnîşan kir ku wî di dawiya civînan da ji Putîn ra telefon kiriye û wiha got: "Min dest bi amadekariyên civîneke ku cihê wê hîn nehatiye diyarkirin ya di navbera Serokê Dewletê Putîn û Serokê Dewletê Zelenskiy da kiriye. Piştî ku ev hevdîtin pêk were, bi beşdariya min va em ê bi her du serokên dewletan ra civîneke sêalî bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.