Dinya

Trump daxuyand ku navê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dibe ku wek "Wezareta Şer" bê guherandin

Hakan Çopur  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Trump daxuyand ku navê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dibe ku wek "Wezareta Şer" bê guherandin

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ew difikire ku navê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê wek "Wezareta Şer" biguherîne.

Serokê Amerîkayê Trump di hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Koreya Başûr Lee Jae Myung ra ya li Ofîsa Gilover da pirsên çapemeniyê yên der barê rojevê da bersivand.

Trump wiha got: "Em jê ra dibêjin Wezareta Parastinê, lê îhtimal heye ku em navê wê biguherînin. Em ê di demeke nêzîk da di vê mijarê da we agahdar bikin. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê Duyem da wek Wezareta Şer dihat binavkirin. Li gor min jî bi rastî wisa ye. Hesteke ji dilê min dibêje em ê navê vê wezaretê biguherin."

Trump destnîşan kir ku ew bi kesên têkildar ra li ser vê mijarê axiviye.

Trump diyar kir ku ew dikare di nav çend hefteyan da biryareke der barê guhertina navê Wezareta Parastinê da eşkere bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.