Dinya

Trump daxuyand ku Amerîkayê di êrîşa ser keştiya ku ji Venezuelayê derket da 11 kes kuştin

Irmak Akcan  | 03.09.2025 - Rojanekırın : 03.09.2025
Trump daxuyand ku Amerîkayê di êrîşa ser keştiya ku ji Venezuelayê derket da 11 kes kuştin

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, welatê wî li başûrê Karayîpan êrîşî keştiya ku ji Venezuelayê derket û hişbir lê barkirî bû kir û di êrîşê da 11 kes hatin kuştin.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ku navenda wê Amerîka ye, daxuyanî da û hûrguliyên êrîşa ku sîtola artêşa Amerîkan li peravên Venezuelayê birin ser keştiyekê, parve kirin.

Trump daxuyand, êrîş li dijî çeteya Tren de Araguayê ya ku eslê wê ji Venezuelayê ye, hat kirin û 11 kes hatin kuştin.

Trump destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê di êrîşê da zirar nedîtin.

Trump li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist ku der barê Fermandariya Fezayê da danezanê bide û di civînê da pirsa li ser êrîşê bersivand û wiha got, "Demeke dirêj e ku hişbir diket welatê me û piraniya wê jî ji Venezuelayê dihat. Me jî ew (keştî) serobino kir."

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubio jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû û wiha gotibû, "Wekî ku Serok kêliyek berê ragihand, îro artêşa Amerîkayê li Başûrê Karayîpan êrîşî keştiya hişbirê kir. Keştî ji Venezuelayê derket û ya rêxistina terorê ya hişbirê bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.