Trump daxuyand hevdîtina bi Putîn ra dibe ku di demeke nêzîk da pêk bê

Washington DC
Piştî hevdîtinên Amerîka û Rûsyayê yên li Moskovayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand îhtîmaleke mezin heye ku ew di demeke nêzîk da bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bicive.
Trump di civîna li Qesra Spî ya Appleê ya ku li Amerîkayê veberhênanên xwe yên nû ragihand da der barê pêvajoya Rûsya û Ukraynayê da axivî.
Trump daxuyand şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da divê heman bi dawî bibe û anî ziman ku hevdîtinên li Moskovayê baş bûn û hewldanên ji bo vê yekê jî wê dewam bikin.
Li ser pirsa "gelo di demeke nêzîk da ew ê bi Putîn ra hevdîtinê bike an na" jî Trump wiha got: "Erê, îhtîmaleke pir mezin heye ku ev yek pêk bê. Me hê biryar nedaye ku li ku derê be. Rê dirêj e, lê îhtîmaleke mezin heye ku di demek nêzîk da civîn çêbibe."
Trump der barê dema civînê da bi îhtiyat axivî û anî ziman ku ew ji ber tevgerên Putîn berê xeyalşikestî bûbû.
Berdevka Qesra Spî Karolîne Leavîttê duh ji nûçegihanê AAyê ra ragihandibû ku Rûs dixwazin bi Serokê Amerîkayê Trump ra hevdîtinê bikin, lê Trump dixwaze hem bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û hem jî bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ra hevdîtinê bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.