Dinya

Trump budçeya parastinê ya 901 milyar dolarî ya 2026an ku mueyideyên li ser Sûriyeyê jî radike, îmze kir

Hakan Çopur  | 19.12.2025 - Rojanekırın : 19.12.2025
Trump budçeya parastinê ya 901 milyar dolarî ya 2026an ku mueyideyên li ser Sûriyeyê jî radike, îmze kir

Washington DC

 Serokê DYAyê Donald Trump Qanûna Destûrdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) ya 901 milyar dolarî ya 2026an ku tê da mueyideyên li ser Sûriyeyê jî hatin rakirin, îmze kir.

Serokê DYAyê Trump di merasimeke girtî da li Qesra Spî, budceya parastinê ya berfireh îmze kir û bû qanûn.

Pêşnûmaya budceya parastinê ya 901 milyar dolarî her wiha betalkirina Qanûna Sezar, ku mueyideyan li ser Sûriyeyê ferz dikir, dihewîne. Bi vî awayî, bi îmzeya Trump mueyideyên li ser Sûriyeyê bi fermî hatin rakirin.

Ji aliyê din va pêşniyaza budceya parastinê ya 2026an Destûra Bikaranîna Hêza Leşkerî (AUMF) ya ku di salên 1991 û 2002an da li dijî Iraqê hatibû pejirandin, betal dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın