Sevim Hatun
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Serokê Emrîkayê Donald Trump berî Zirveya G-20ê ya wê di navbera 7-8ê tîrmehê de li Almanyayê were kirin bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentilonî re bi telefonê axivî.
Qesra Spî der heqê axaftina Trump a bi serokwezîrê Almanya û Îtalyayê re daxuyaniyekê nivîskî belav kir.
Tê pêşbînîkirin ku Trump di navbera 7-8ê Tîrmehê de beşdarî Zîrveya Asayî ya G-20ê bibe; berî zirveyê bi gelek serokdewlet û serokwezîran re hevdîtinan bike.