Trump: "(Bi Çînê ra) Ez difikirim ku em ê peymaneke bazirganiyê ya pir xurt bikin"
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ew bawer dike ku ew ê bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ra bi awayekî "pir adil" li hev bikin û "peymaneke bazirganiyê ya pir xurt" çêbikin.
Trump dema ku li Qesra Spî pêşwaziya Serokwezîrê Awusturalyayê Anthony Albanese kir, pirsên endamên çapemeniyê jî bersivandin.
Trump pirsên der barê Çînê da bersivandin û got Çîn li hemberî wan pir bi rêz e û gelek pereyên gumrikê jî dide.
Trump anî ziman ku ew ê bi Serokê Dewleta Çînê Şî ra li Koreya Başûr bê bal hev û ew ê bibînin ka ew dikarin çi bikin.
Trump diyar kir ew bawer dike ku ew û Şî bi îhtîmaleke mezin wê bigihîjin rêkeftineke "pir adil" û ew ê li ser "tiştekî ku ji bo her du welatan baş be" bixebitin.
Trump wiha got: "Dema ku em ji Koreya Başûr derkevin dibe ku xelet be jî, lê ez difikirim ku em ê peymaneke bazirganiyê ya pir xurt çêbikin. Em her du jî wê kêfxweş bibin."
Trump dîsa dubare kir ku heke lihevkirinek çênebe, ew ê ji 1ê Mijdarê pê va baca gumrikê ya zêde ya ji sedî sed li ser Çînê ferz bike û wiha dewam kir: "Bi ya min em ê peymanekê çêbikin. Wan bi elementên erdên yên kêm in va gef li me xwar, min jî bi bacê gef li wan xwar. Lê ez dikarim bi gelek tiştên din jî gefê li wan bixwim, mînak bi balafiran. Lewra ew nikarin ji bo balafirên xwe perçeyan bibînin."
Trump got ew ji bo Çînê hatiye vexwendin û plan dike ku di destpêka sala bê da serdana vî welatî bike.
