Dinya

Trump bersiva "Dê wext wê nîşan bide" da Carneyê Serokwezîrê Kanadayê yê got ku "Kanada yê firotinê nîne"

Hakan Çopur  | 06.05.2025 - Rojanekırın : 07.05.2025
Trump bersiva "Dê wext wê nîşan bide" da Carneyê Serokwezîrê Kanadayê yê got ku "Kanada yê firotinê nîne"

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser gotinên Mark Carneyê Serokwezîrê Kanadayê yên wekî "Kanada yê firotinê nîne, dê tu carî jî neyê firotin." got ku "Dê wext wê nîşan bide. Tu carî nebêje tu car."

Serokê Amerîkayê Trump bi Serokwezîrê Kanadayê Carneyê ku li qesra Spî ezimand ra li Ofîsa Gilover bersiva pirsên rojnamevanan da û hat dîtin ku car carna rageşî jî derdikeve.

Trump behs kir ku di navbera Amerîka û Kanadayê da têkiliyeke gelekî baş heye û Serokwezîrê nû Carney di hilbijartinê da serkeftineke girîng bi dest xist û girîndiya têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera herdu welatan da destnîşan kir.

Ji Trump daxuyaniya wî ya berê ya wekî "Kanada divê bibe eyaleta 51emîn a Amerîkayê" hat pirsîn. Trump li ser vê got ku "Ez hê jî wisa bawer im ku divê Kanada bibe eyaleta me ya 51emîn lêbelê ev tangoyeke du kesî ye ne wisa? Bi ya min ji bo welatiyên Kanadayê dê feydeyên muazzam ên vê yekî çêbe, bacên kêm, artêşa bêpere...Bi ya min dê ev bêya zewaceke nûwaze."

- Trump bersiva gotina "Kanada yê firotinê nîne" da

Di dema beşa pirs-bersivan da Serokwezîrê Kanadayê Carney got ku "Kanada yê firotinê nîne, dê tu carî jî neyê firotin." li ser vê Trump wiha axivî:

"Dê wext wê nîşan bide. Tu carî nebêje tu car. Gelek tiştên ku kirina wan mimkûn nebû jiyam û di dawiyê da hatin asteke wisa ku pêkan e bên kirin. Heke berjewendiyê her kesî be... Kanada ji me hez dike, em jî ji Kanadayê hez dikin, bi ya min a girîng ev e. Lê em ê bibînin ka dê demê ra çi biqewime."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.