Dinya

Trump anî ziman ku ew bi Serokomariyê Sûriyeyê Şera bawer e

Mücahit Oktay  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Trump anî ziman ku ew bi Serokomariyê Sûriyeyê Şera bawer e

New York

 Serokê DYAyê Donald Trump piştî êrîşa li Sûriyeyê ya 13ê Çileya Pêşîn ku tê da eskerên DYAyê hatibûn kuştin, anî ziman ku ew hê jî bi Serokomariyê Sûriyeyê Ehmed Şera bawer e.

Trump di merasima teqdîmê ya Madolyana Parastina Sînorê Meksîkayê ku li Qesra Spî hat li darxistin, pirsên rojnamevanan bersivand.

Dema ku ji Trump hat pirsîn gelo ew hîn jî baweriya xwe bi Serokomarê Sûriyeyê Şera tîne piştî ku 2 eskerên DYAyê û welatiyekî DYAyê di êrîşeke çekdarî da li Sûriyeyê hatin kuştin, wî bersiv da, "Erê, ez hîn jî baweriya xwe bi wî tînim."

Trump diyar kir ku tu têkiliya wê êrîşê bi Serokomar Şera re tune.

Serokê DYAyê Trump diyar kir, "Ev beşek ji Sûriyeyê ye ku ew bi rastî pir zêde kontrolê lê nakin. Ev surprîzek bû û ew (Şera) ji ber vê yekê pir aciz e. Ew li ser dixebite, ew zilamek bihêz e."

Trump tekez kir ku êrîş bi rêxistina terorîst a DEAŞê va girêdayî ye û got ku di bersivê da ew ê "bi tundî li DEAŞê bidin".

Dema ku ji Trump hat pirsîn çima hebûna eskerî ya DYAyê li Sûriyeyê heye, wî got, "Ji ber ku em hewl didin ku li Rojhilata Navîn aştiyê pêk bînin û bidomînin."

Trump got ku hebûna eskeran li Sûriyeyê jî beşek ji vê hewildanê ye û got ku herêma navborî "herêmeke dijwar a cîhanê ye".

Donald Trump her wiha got, "Em ji (Beşar) Esed xilas bûn, em ji kesên din ên ku bi rastî jî xirab bûn û li pêşiya aştiya Rojhilata Navîn asteng, bûn xilas bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.