Dinya

Trump û Netanyahu ji bo niqaşkirina qonaxa duyemîn ya agirbesta li Xezeyê wê di 29ê Çileya Pêşîn da bicivin

Mustafa Deveci  | 08.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Trump û Netanyahu ji bo niqaşkirina qonaxa duyemîn ya agirbesta li Xezeyê wê di 29ê Çileya Pêşîn da bicivin

Ankara

Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji bo niqaşkirina qonaxa duyemîn ya agirbesta li Xeta Xezeyê, wê di 29ê Çileya Pêşîn da bicivin.

Li gorî nûçeya çapemeniya herêmî, Netanyahu plan dike ku di navbera di 29ê Çileya Pêşîn û 4ê Çileya Paşîn da ji bo Amerîkayê serdaneke fermî bike.

Hat gotin Trump wê di 29ê Çileya Pêşîn da li mala xwe ya li Florîdayê Mar-a-Lagoyê mazûvaniya Netanyahu bike.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku rojeva sereke ya civîna Trump û Netanyahu wê derbasbûna qonaxa duyemîn ya agirbesta li Xezeyê be.

Di nûçeyeke ku hefteyên berê di çapemeniya Îsraîlê da hatibû weşandin da hatibû gotin, rêveberiya Trump dixwaze qonaxa duyemîn ya agirbesta Xezeyê beriya sersalê eşkere bike.

Netanyahu duh di civîna çapemeniyê ya hevbeş ya bi Serokwezîrê Almanyayê Frîedrîch Merz ra kiribû da gotibû qonaxa duyemîn ya agirbesta Xezeyê dibe ku di demeke nêzîk da dest pê bike.

Netanyahu destnîşan kiribû ku qonaxa yekem ya agirbestê bi piranî qediyaye û ew ê di civîna bi Trump ra li ser qonaxa duyemîn ya agirbestê biaxivin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.