Dinya

Trump û Netanyahu ji bo li ser Xezeyê biaxivin cara duduyan civiyan

Zeynep Katre Oran  | 09.07.2025 - Rojanekırın : 10.07.2025
Trump û Netanyahu ji bo li ser Xezeyê biaxivin cara duduyan civiyan

Ankara

 Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji bo li ser Xezeyê biaxivin cara duduyan civiyan.

Li gor agahiyan hevdîtina Trump û Netanyahu ya li Qesra Sipî ji çapemeniyê ra girtî ji saetekê zêdetir dewam kiriye.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê da hewldanên ji bo agirbesta li Xezeyê hatine gotûbêjkirin.

Netanyahu li hesabê xwe yê Xê diyar kir ku di nava vê hefteyê da cara duduyan bi Trump ra civiyaye.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu destnîşan kir ku di hevdîtinê da giranî dane ser berdana dîlên li Xezeyê û "jiholêrakirina kapasîteya rêvebirî û eskerî ya Hemasê."

Netanyahu diyar kir wek mayîn encam û îhtimalên geşedanên bi Îranê ra qewimîn hatine gotûbêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın