Dinya

Trump îdia kir ku Îran dixwaze lihevkirinê bike lê belê naxwaze eşkere bike

Aybüke İnal Kamacı  | 26.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Trump îdia kir ku Îran dixwaze lihevkirinê bike lê belê naxwaze eşkere bike

Ankara

Serokê DYAyê Donald Trump îdia kir ku Îran dixwaze lihevkirinê bike lê belê naxwaze ji raya giştî ra eşkere bike.

Trump di çalakiya salane ya komkirina bexşînan a Komîteya Kongreya Neteweyî ya Komarî de axivî.

Trump bi îdiaya ku Îranî danûstanê dikin û dixwazin peymanekê çêbikin got, "Ew ditirsin ku vê yekê bibêjin ji ber ku ew difikirin ku ew ê ji hêla gelê xwe va werin kuştin. Ew herwiha ji kuştina ji hêla me va ditirsin."

Trump diyar kir ku ew ê li şûna "şer" peyva "operasyona eskerî" bi kar bîne û got, "Ew ji peyva 'şer' hez nakin. Ji ber ku hûn hewceyê destûr in ku wê bikar bînin. Ji ber vê yekê ez ê bibêjim 'operasyona eskerî'. Bi rastî ew e. Jê ra wêrankariya eskerî tê gotin."

Trump bal kişand ser bilindbûna bihayên enerjî û neftê û got ku ew ji bo wî ne giring in ji ber ku ew bandora operasyona "kurtedem" e.

Trump got, "Tiştê ku lazim bû em bikin, diviya me xwe ji pençeşêrê xilas bikira. Diviyabû em pençeşêrê derxin û biavêjin. Pençeşêr Îraneke bi çekên navokî bû, û me ew jê kir. Û niha em ê kar biqedînin."

Trump anî ziman ku DYAyê xwediyê artêşa herî mezin a cîhanê ye û alavên eskerî yên herî baş hildiberîne û îdia kir ku hêzên DYAyê rêgirî li êrîşeke mûşekî ya Îranê ya di asta mezin da kirin.

Trump herwiha got "Êrîş li dijî me hat kirin. Îranê 100 mûşek avêtin hedefeke pir giring ji bo me. Ji ber hin sedeman, ezê ji we ra nebêjim ka ew çi bû. 100 mûşekên ku di saetê da bi leza 2 hezar mîl diçûn ber bi vê hedefa bi hêz û ya xwedî giringiyeke mezin va diçûn, û hemî 100 mûşekên ku ber bi me va dihatin demilest hatin xistin, li asîmanan hatin îmhakirin û ketin deryayê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.