Tora Sûriyeyê ji bo Mafên Mirovan: Li Reqayê di êrîşên YPG/HSDyê yên di 18ê Çileya Paşîn de 22 sivîl hatin kuştin
Ankara
Li gorî agahiyan, YPG/HSDya rêxistina terorê di 18ê Çileya Paşîn da, roja ku bajar ket bin kontrola hêzên Sûriyeyê ye, li Reqayê di nav wan da 3 zarok, 22 sivîl, kuştine.
Tora Sûriyeyê ji bo Mafên Mirovan bi daxuyaniya nivîskî derbarê êrîşên YPG/HSDyê yên li Reqayê yên piştî 18ê Çileya Paşîn, agahî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku YPG/HSDya rêxistina terorê di 18ê Çileya Paşîn da, roja ku bajar ket bin kontrola hêzên Sûriyeyê ye, li Reqayê di nav wan da 3 zarok, 22 sivîl, kuştin.
Tekezî hat kirin ku ji nîvê zêdetir sivîlên ku canê xwe ji dest dane, ji aliyê nîşanbazên girêdayî rêxistina terorê va hatine hedefgirtin û ji 22 sivîlan 12, ji aliyê nîşanbazên girêdayî rêxistina terorîst ve hatine kuştin.
Ev êrîşên ku sivîlan hedef digirin hatin şermezarkirin û ji rayedarên Sûriyeyê û rêxistinên navneteweyî yên têkildar hat xwestin ku lêpirsîneke serbixwe û zelal li ser van êrîşan bikin û berpirsiyaran tespît bikin û radestî edaletê bikin.
Di çarçoveya operasyonên ku artêşa Sûriyeyê li dijî YPG/HSDya rêxistina terorê dest pê kirine da, bajarê Reqayê yê li rojhilatê Rûbarê Feratê bi piştgiriya nifûs û eşîrên herêmî ji dagirkeriya rêxistina terorê hat rizgarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
