Hat ragihandin ku nûnerê taybet ê çarekên rojhilata navîn Tony Blair ji bo seredaneke çend saetan hat Xezeyê.
Çarekên rojhilata navîn ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê û Rûsyayê pêk tê û Tony Blair jî nûnerê wan e.
Mûdirê Rêveberiya Deriyên Sînorê Xezeyê Mahîr Ebû Sûbhe di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir, ji bo ku rewşa dawîn a Xezeyê ya piştî êrîşên Îsraîlê lêbikole Blair îro serê sibehê ji deriyê sînor ê Beyt Hanûnê (Erez) derbasî Xezeyê bû. Ebû Sûbhe daxuyand ku nûnerê taybet ê çarekên rojhilata navîn Tony Blair li vir dê ligel rayedarên Filistînî û NYyê bicive.
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê û nûnerê taybet ê çarekên rojhilata navîn Tony Blair ji bo lêkolîna rûdanên dawîn ên li herêmê, di êvara 13ê sibatê de derketibû gera Rojhilata Navîn û çûbû Misir, Îsraîl û Filistînê.