HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî destnîşan kir ku herêma Kurdistanê di şandina neftê da li ser soz û peymana xwe ya û got ku divê hikûmeta navendî heman helwestê nîşan bide û wiha dewam kir: "Di navbera her du terefan da peymanek heye. Divê hikûmeta Iraqê budçeya herêma Kurdistanê bişîne."
Dizayî beşdarî "Konferansa Perwerdeyê ya Hewlêr û Kerkûkê" ku li Hewlêrê li Navenda Çandê ya Zanîngeha Selahedîn hat çêkirin bû. Dizayî li vir daxuyanî da û destnîşan kir ku divê her du teref li gor peymana di navbera xwe da tevbigerin.
Dizayî diyar kir ku di 2yê kanûna 2014an da di navbera Hewlêr û Bexdayê da ji bo çareserkirina meseleyan peyman hat çêkirin û wiha xeberda: "Bi ya min ev peymaneke baş e. Lê lihevnekirinek heye. Ew jî rêjeya şandina neftê ya ji ser Bexdayê ra ye. Li gor peymanê divê Hewlêr rojane 250 hezar warêl neftê teslimî Bexdayê bike. Ev heta dawiya salê derbas dibe."
Dizayî diyar kir ku herêma Kurdistanê girêdayî peymanê ye û wiha peyivî: "Digel vê divê hikûmeta Iraqê budçeya herêma Kurdistanê bişîne. Em ê di rojên pêş da herin Bexdayê û van mijaran mizakere bikin. Di navbera her du terefan da peymanek heye. Lijneya Wezîran a Iraqê ev peyman îmze kiriye û di pêşnûmeya zagonê ya budçeya 2015an da cî girtiye. Yanê di destûra bingehîn da hatiye qebûlkirin. Divê ev pêk were."
Dizayî li ser pirsa "Wê roja yekşemê Serowezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî bên bal hev, gelo wê kî di lijneyê da hebe?" got ku wê kesên bi mijarê ra eleqedar hebin.
Wek mayîn Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistana Iraqê Piştîvan Sadiq der barê konferansê da agahî da û wiha got: "Me îro konferansa perwerdeyê ya Hewlêr û Kerkûkê çêkir. Me berê li ser Silêmanî, Germiyan û Dihokê bername çêkir. Em dixwazin di mifredatê da hin guherandinan bikin. Di konferansê da wê mamoste û pedagog fikr û ramanên xwe bêjin. Înşeallah wê encameke baş ji konferansê derkeve."