Dinya

Tirkiyeyê "bi awayê herî tund" herekata bejayî ya Îsraîlê ya dijî Libnanê şermezar kir

Gökhan Çeliker  | 16.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Tirkiyeyê "bi awayê herî tund" herekata bejayî ya Îsraîlê ya dijî Libnanê şermezar kir

Ankara

Wezareta Karên Derva ragihand ku bi awayê herî tund, herekata bejayî ya ku Îsraîlê li dijî Libnanê da destpêkirin û bêîstiqrariya li herêmê kûrtir dike, şermezar dike.

Ji Wezaretê der heqê herekata bejayî ya Îsraîlê ya dijî Libnanê da daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Em bi awayê herî tund herekata bejayî ya ku Îsraîlê li dijî Libnanê da destpêkirin û bêîstiqrariya li herêmê kûrtir dike, şermezar dikin. Hikûmeta Binyamin Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê 'polîtîkayên xwe yên jenosîd û cezakirina komî' vê carê li Libnanê cîbicî dike ku ev dê li herêmê bibe sedema bobelateke nû ya mirovî."

Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku li dijî êrîşên ku serwerî û yekîtiya axa Libnanê binpê dikin, Tirkiye li cem Libnanê ye.

Artêşa Îsraîlê ji bo ku dagirkeriya xwe ya li başûrê Libnanê berfireh bike, ji bejayê va êrîş dan destpêkirin

- Artêşa Îsraîlê ji bo ku dagirkeriya xwe ya li başûrê Libnanê berfireh bike, ji bejayê va êrîş dan destpêkirin

 Artêşa Îsraîlê ji bo ku dagirkeriya xwe ya li başûrê Libnanê berfireh bike, daxuyand ku ji bejayê va êrîş dan destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê daxuyaniya nivîskî da û îdia kir, ji bo ku li dijî Hizbullahê "herêma tampon" a li başûrê Libnanê berfireh bikin, wan êrîşa bejayê da destpêkirin.

Di daxuyaniyê da ji bo operasyonê hat gotin ku wan berî niha ji herêmê ra esker şandibûn ku li başûrê Libnanê "operasyoneke bejayê ya hedefa wê deverên girîng e" bidin destpêkirin.

Hat ragihandin ku Tumena 91emîn a artêşa Îsraîlê derengiyê şeva şemiyê dijî başûrê rojhilata Libnanê dest bi êrîşan kir.

Hat gotin ku beriya unsûrên bejayê artêşa Îsraîlê êrîşên esmanî yên tund birin ser herêmê û top avêtion herêmê.

Ji aliyê din va hat gotin ku Tumena Yêdek a 146emîn li rojavê başûr ê Libnanê bi cih bûbû, Tumena 36emîn jî li herêma Rab el-Talatînê avêt ser herêmê.

- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.

Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di 15ê Adarê da eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 850yî û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 105 kesan.

Rêvebirina Afatê ya hikûmeta Libnanê jî ragihandibû ku ji ber dagirkerî û êrîşên Îsraîlê li Libnanê jimara kesên ku ji cî û warên xwe bûne, ji 830 hezarî zêdetir in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın