Tirkiyeyê piştî êrîşa alîgirên rêxistina terorê di nezdê meqamên Alman da ket liv û tevgerê

Berlin
Tirkiyeyê piştî êrîşa alîgirên rêxistina terorê PKKyê ya dijî Konsolosxaneya Hannoverê, di nezdê meqamên Alman da ket liv û tevgerê.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Balyozê Tirkiyeyê yê li Berlînê Ahmet Başar Şen digel mixatabên xwe yên li Wezareta Karên Derva ya Almanyayê hevdîtin kir û daxwazên Tirkiyeyê anîn ziman.
Balyoz Şen bal kişand ku divê bi biryardarî xebat bên kirin ku fealiyetên rêxistina terorê yên wekî propaganda, dabînkirina elemanan û çavkaniyên darayî bên bidawîkirin.
Balyoz Şen her wisa fikara ji ber çalakiyên tundî û tîjiyê yên alîgirên rêxistina terorê yên van dawiyan anî ziman û xwest ku ji bo nûnertiyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê tedbîrên ewlekariyê bên zêdekirin ku dibe bibin hedefa rêxistina terorê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.