Dinya

Tirkiye û Ukrayna ji bo avakirina binesaziya ku ji ber şer tehrîb bû dê hevkariyê bikin

Zafer Fatih Beyaz  | 18.08.2022 - Rojanekırın : 20.08.2022
Tirkiye û Ukrayna ji bo avakirina binesaziya ku ji ber şer tehrîb bû dê hevkariyê bikin

Ankara

Di hizûra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Volodimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê da ji bo ji nû va avakirina binesaziya ku ji ber şer tehrîb bû peyman hat îmzekirin.

Serokomar Erdogan û Zelenskiy li Qesra Potoçkiyê hevdîtin kirin.

Di vê çarçoveyê da ji bo ku binesaziya Kuraynayê ya ku ji ber şer tehrîb bû ji nû va bê avakirin di navbera Tirkiye û Ukraynayê da peyman hat kirin û ji hêla Wezîrê Binesaziyê yê Ukraynayê Oleksandr Kubrakov û Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş va hat îmzekirin.

Bi peymanê ra di navbera herdu welatan da ji bo ji nû va avakirina Ukraynayê dê Hêza Peywirê bê avakirin.

Bi Hêza Peywirê ra dê li Ukraynayê ji bo ji nû va avakirina tesîsên wekî rê, pire, binesaziya av û ceyranê, nexweşxane û dibistan ên ji hêla civakî û aborî va girîng in xebat bi hev ra bên kontrolkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın