Tirkiye, YE, Yekîtiya Ereban û 16 welatan êrîşên ku Îsraîlê li Xezeyê birin ser sivîlan, şermezar kir

Ankara
Tirkiye, 16 welatan, Yekîtiya Ewropayê (YE) û Yekîtiya Ereban Danezana New Yorkê weşand û di danezanê da êrîşên ku Îsraîlê li Xezeyê birin ser sivîlan û binesaziya sivîlan, dorpêçkirina bajêr û xela hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku êrîş bûn sedema felaketeke însanî ya xerabker.
Di Konferansa Navneteweyî ya Payebilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Mijara wê Ji bo Mijara Filistînê Dîtina Çareseriya Aştiyane û Sepandina Çareseriya Dudewletî ye da serokên konferansê û serokên komên xebatê Danezana New Yorkê qebûl kir.
Tirkiye, Fransa, Erebistana Siûdî, Brezîlya, Kanada, Misir, Endonezya, Îrlanda, Îtalya, Japonya, Urdun, Meksîka, Norwêc, Qeter, Senegal, Îspanya, Îngiltere, YE û Yekîtiya Ereban beşdarî danezanê bûn.
Di danezanê da hat destnîşankirin ku pêşeng û nûner ji bo aştî, ewlehî û îstiqrara Rojhilata Navîn di kêliyeke dîrokî û krîtîk da di binê banê NYê da civiyan û wiha hat gotin, "Em êrîşên ku Îsraîl li Xezeyê dibin ser sivîl û binesaziya sivîlan, dorpêçkirin û xelayê şermezar dikin; ev êrîş bûne sedema felaketeke însanî ya xerabker û krîza parastinê."
Di danezanê da hat gotin ku divê şerê li Xezeyê demildest were bidawîkirin û hêzên Îsraîlê ji Xezeyê bi temamî vekişin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.