CENEWRE
Tirkiye heta 1ê adara 2022an hemû mayinên antîpersonêl yên ku di nav erdê xwe de dê derxe.
Li ofîsa Cenewreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera 2 û 5ên çileya pêşîn a 2013an de "13mîn civîna dewletên alî" hat kirin.
Tirkiyeyê ji bo derxistina mayînan 8 salên din jî wext xwestibû. Di civînê de ev daxwaz hat qebûlkirin. Li gor biryara ku hat dayîn divê Tirkiye heta 1ê adara 2022an hemû mayinên antîpersonel yên di nav erdê xwe de derxe.
Li gor "Rapora Teqîbkirina Mayînên Reşayî" li Tirkiyeyê li ser nêzî 214 kîlometre kareyan 3 hezar û 174 derên bimayîn hene. Ji bilî van lazim e ku li 346 derên din jî lêkolîn bên kirin.
Li 27 welatan erdên bimayin neman
Li gor encama rapora civînê Bûtan, Almanya, Macaristan û Wenezûelaya ku peyman mohr kirine heta niha hemû mayînên di erdên xwe de derxistine. Piştê vê encamê hejmara welatên ku di nav axên wan de mayîn tunene bû 27.
32 welatên ku peyman mohr kirine jî mayinên di erdê xwe de derdixin.